PolîtîkRojev

Wezereta Navxwe hişyarî da PKKê, Hewlêr xeta sor e…

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî da grûba ser bi PKKê ya bi navê “Aştî û Azadî” û dibêje: “Gelek hemwelatiyên bi regeznameya Ewropayê şandine herêmê da ku wan wekî amûrekê ji bo têkbirina aramiya li Herêma Kurdistanê bikar bînin.”

Wezareta Navxwe bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî ku çekdarên PKKê di demên berê de çend caran êrîşî ser Pêşmerge û hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê kirine û çend efser û Pêşmerge şehîd û birîndar kirine, hewl dane ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin. Mixabin di rojên borî de 6 Pêşmerge şehîd û çend Pêşmerge jî birîndar kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber hebûna çekdarên PKKê, bi salan e bi sedan gundên li herêmên ser sînor hatine valakirin û gelek zerarên madî li welatiyên van deveran bûne. Di heman demê de her tim hewl dane destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de bikin. Bi awayên cuda cuda van rojan jî li nava Herêma Kurdistanê di çarçoveya planên xwe de yên li dijî Herêma Kurdistanê û bi alîkariya destekî navxwe dixwazin alozî û nearamiyê çê bikin. Çend hemwelatiyên xwedî nasnemaya Ewropî şandine Herêma Kurdistanê da ku wan wek amûrekê têkdana aramiya li nav Herêma Kurdistanê di bin navê grûpa bi navê Aştî û Azadiyê de bi kar bînin.”

Wezareta Navxwe hişyarî dide û dibêje: “Parastina aramiya Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext xeta sor e û em rê nadin ku ev aramî bi ti behaneyekê û di bin navê ti grûpekê de bê têkdan.”

Herwiha bang li wê grûpa bi navê  “Aştî û Azadiyê” dike ku “xwe ji bo xerakirina rewşa ewlekariyê ya li herêmê neke amûrek. Eger bi rastî aştî û aramiyê dixwazin, bila biçin Qendîlê ji ber ku tundî û nearamî ji wir tê. Divê ev kom daxwaz ji PKKê bikin ku êdî destwernede nava karûbarên Herêma Kurdistanê nekin û sînorekî ji bo şerfiroşên xwe deyne û dijîtiya gelê aştîxwaz ê Herêma Kurdistanê neke.”

Back to top button