Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûrî Ersoy daxûyakirin ku, wan pişgî daye filmên ku diyaloga bi zimanê Kurdî û Ermenî di navde heye.

Wezîr Nûrî Ersoy diyar kir ku di çarçoveya serlêdanên ku ji wezaretê re hatine kirin de ji bo 33 projeyên sînemayê yên ku tê de diyalogên bi kurdî û Ermenî tên kirin de 2 milyon û 914 hezar TL pişgirî hatiye dayîn.

Wezîr Ersoy diyar kir ku şanoya “Siyabend û Xecê” ku bi sedsalan evîndariya mîtolojîk a du ciwanên kurd vedibêje, li Wan, Mêrdîn û Amedê hat lîstin û got ku 5 hezar û 47 kesî temaşeya vê şanoyê kiriye.

Wezîr Ersoy her wiha daxûyakirin ku di çarçoveya xala 81emîn a Qanûna Berhemên Rewşenbîrî û Hunerî ya bi hejmara 5846an da di navbera salên 2002 û cotmeha 2022yan da ji bo 4 hezar û 272 pirtûkên ku daxwazkar eşkere kiribûn bi tevahî 5 milyon û 443 hezar û 3 banderol hatiye dayîn.

Wezîr dibêje: Wezareta me hem di warê edebî û hem jî di warê sosyolojîk de xebatên girîng dimeşîne û hewl dide ku tevkariya gelê me yê ku bi sedsalan bi têkiliyên manewî bi hev re jiyaye, çanda me ya hevpar nîşan bide.

Ji sala 2010ê heta wek îro 6 berhemên klasîk bi zimanê Kurdî hatine çapkirin. Di sala 2022ê de 8 berhemên klasîkên Kurdî ji nû ve hatine çapkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: