Bîrurayê Kurdistanê agadar e, demek e li Kurdistana Başur girjiyek heye, ku sedema girjiya hanê hebûn û kar û xebata PKK ye li navçe ye.

Deng û bahsen, ku ji devere tên, nişan didin, ku girjiyên hanê bûye sedema têkhelçûnê. Bê guman girjî û têkhelçûn bo gele Kurd ziyanbexş e, xetereka mezin e li ser deskevtên netewî yên Kurdistana Başur û derfeteka zerîn e bo dewletên dagîrker, ku dixwazin Herêma Kurdistanê ji nav bibin.

Roj roja destnişan kirina destpêkerê tekhelçunê nîne. Divê kar bê kirin, daku têkhelçûn berbelav nebe û negîhîje vê astê ke vegera wê gelek dijwar e.

Me gelek caran got û niha jî dibêjin ji bona, ku peşiya têkhelçûn û şer bê girtin û rewş asayî be, berê her tiştê divê PKK serweriya Hikumeta Herêma Kurdistanê binase û destê xwe ji kar û barên Herêmê bikêşe.

Bona çareser kirina hemu pirsgirêkan divê rêka diyalog û danûstandinê bibe bîngeh.

Divê hemu rexistinên welatparêzên Kurdistan bi taybetî yên Kurdistana Başur bona, ku têkhelçûn mezîn nebe, bikevine tevgerê.

Wekî her caran, vê carê jî Partiya me amade ye di vî ware da erkê xwe yên netewî cî be cî bike.

04.11.2020

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: