Tevgera Ciwanên Kurdistanê bangê hemû ciwanên Kurdistanê dikin û dibêjin: Werin hêz bidin xeta serxwebûnê û em bi hev re li hemû qadên jîyanê bêtawîz parastina dewletbûna Kurdistanê bikin. BANG LI CIWANÊN KURDISTANÊWeke ciwanên neteweke bindest erka me ya eslî cih girtina di nav têkoşîna rizgariya netewî de ye. Ev têkoşîn rêyeke dûr û dirêj û zehmet e. Loma divê cidîyet û fedakarî hebe. Li bakûrê Kurdistanê entegrasyonparêz bûne desthilatdar û xeta serxwebûnê şolî bûye. Rêxistinên qaşo Kurdistanî di bin tesîra entegrasyonparêzan de mane, nikarin li hember wan bi helwesteke zelal tevbigerin û ne çalak in. Sedema herî mezin a şolîbûna xeta serxebûnê, bêhelwestbûna wan a li hember entegrasyonparêzan e. Ev rewş têkoşîna rizgariya netewî dixe xeteriyê.Ji ber bêhelwestbûna Kurdistanî, îro entegrasyonparêz bûne nûnerên kurdan û eşkere Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dikin.Ji ber bêhelwestbûna Kurdistanî, dagirker bi alîkariya entegrasyonparêzan bajarên me xera dikin, miletê me koçber dikin, me dikujin û li hember cihanê xwe mafdar dikin.Ji ber bêhelwestbûna Kurdistanî, çepên tirkan li ser navê me Kurdan dipeyîvin û dibêjin ku ewê nehêlin Tirkîye perçe bibe.Ji ber bêhelwestbûna Kurdistanî, xwenezan li paytexta Kurdistanê dikarin bibêjin “Me fikra dewletbûna Kurdistanê avêtiye sergoya dîrokê”.Ji ber bêhelwestbûna Kurdistanî, “mihalîfên” kurdan di bin navê yekîtiyê de bi hêsanî dikarin xwe bikin parçeyeke entegrasyonê û miletê kurd bixapînin. Ji ber bêhelwestbûna Kurdistanî, dijminên me dikarin me li dû îdeolojî û baweriyên cuda perçe bikin.Ger li nava bakûrê Kurdistanê helwesteke Kurdistanî û zelal dernekeve, wê entegrasyonparêz û mirovên/saziyên ne xwedî helwestên zelal me di destên dagirkeran de bikin lîstok. Wekî ku xuyaye li bakûrê Kurdistanê alternatîfeke Kurdistanî û bêtawîz parastina dewletbûna Kurdistanê bike tune ye. Loma pêwîst e ciwanên Kurdistanê, alternatîfa xwe bi xwe çêbikin. Mixabin îro ciwanên Kurdistanê an ji nirxên xwe dûr ketine û di nav têkoşînê de cih nagirin an dibin perçeyek lîstoka entegrasyonparêzan an jî bi hêviyeke dikevin nava rêxistinên “mihalîf” û ked û hêza xwe bi mijarên pûç û biçûk diqedînin. Em wekî Tevgera Ciwanên Kurdistanê bangî ciwanên Kurdistanê dikin;Werin hêz bidin xeta serxwebûnê û em bi hev re li hemû qadên jîyanê bêtawîz parastina dewletbûna Kurdistanê bikin.Werin em li bakûrê Kurdistanê asta têkoşîna rizgariya netewî bilind bikin.Serokên kurdan di wesîyetên xwe de qala nevîyên xwe dikin û hêvîyên xwe bi nevîyên xwe ve girê didin. Werin wek nevîyên wan em serokên xwe û hemû şehîdên Kurdistanê li hember dijminan fedîkar nekin û erka xwe bi cih bînin.Werin em hêza xwe ne ji bo mijarên pûç û biçûk, ji bo dewletbûna Kurdistanê bi kar bînin. Dermanê hemû derdên me dewletbûn e. Îro jîyana bêdewlet kuştin û girtin û nefîkirin e. Divê em li gor vê rastiyê tevbigerin. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ24.04.2016
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close