Wekî penceşêrê roj bi roj dihelin
Dilciwan Helbest
Gotineke bav û kala heye dibêjin, wer dewê min bikeyîne ezê herim dewê mala mîra bikeyênim. Kurd jî neji xwe re dixebitin ji xelkê re dixebitin malik li xwe xera kirin zarokê xwe tev dane kuştin û vala.
Kurdê du beşa bê serok û bê lîderin wekî wan pûtê Mekkehê ku wan Qureyşîyan ji wan pûtan re îbadet dikirin ma pûtê kevir wê çi bikê? Tiştê ku du dinyayê de çêne bûne û çêjî nabin dibêjin, emê wan tiştan bikin xeyalên wekî zarokên heft salî dikine serê xwe de.
LÎDER divit netew parêz bê, Kurdewar bê, Miletperwer bê, zane û bi cesaret bê, xwedî soz û biyar bê gava paş de navêjê her gava bi pêşde bavêjê tucar ji himberê xwe çavê wî netirsê! Divit guvaşa wî hebê û zixwirekî ji welatê xwe nedê bi temamê malê dinyayê. Hingî wê karibê serokatiyê bikê.
Heta niha Tirk gelek li ser dixebitîn ji bo ku Kurda asîmîlesyon bikin lê bi ser nediketin. Îca hinek ê ji me berdane nav me îdî em xwe bi xwe pîşavî dikin zarokê xwe bişavtî dikin ha qirkirina mezin eve ku em xwe û zarokên xwe dikine Tirk.
Pêşî pêwîstî bi çi heye? Kesayetî hêvîyê ji kesayetîya xwe bike, duvre qewmîyet netewî, duvre Kurdewarî yeke mejoyî dîrokî, kûltûrek şêrîn, nexşîyeke hijjêkirî, hevpar û beşdarî li himberî her zor û zahmetî wêrek û bi ceger be, hizmetkar û rêzdar be. Girêdayî ûrf û daçê gelê xwe be, hey ji ol û şeref û namusa gelê xwe hebe. Gelek evîndarê ziman û çanda xwe be, heger tu çend zimana zanibê gelek başa, lê zimanê te ê dayikê ser temama re bigre.
Vî gelé Kurd xwe bı demokratik sosyalizmé ve girédana. Lé heta ku nebne Kurdê netew parêz ew nıkarın sosyalizmé çékın. Dı sala 1968a de Deniz Gezmiş, Mahir Çayan, tevlî hevalé wî: “Demokratik sosyalizım qebûl nekırın. Gotın: “Em Kemalistin milli sosyalizim em dıxwazın! Gotin: Dı hundûrwé sosyalizma me de başqe etnik grup netewé dın em qebûl nakın. Ew çûn lé hînjî gelé me lıdûv wé riyé li dijî Kurda berdewam ın dı fıkré wan de ku tıştne dıkın lé dara xwe dıbın xwe de dıbırın, ew xwe bı xwe tune dıkın.
Ez dibê belkî ji sedî çar netewê nizanin hema navê demokratîk sosyalîzim ezber kirine, di serê wande cemidye û başqe riya tişkî dî di serê wande nîne qapsama serê wan wilqas e.
Ma we hey ji netewê heye gelo? Qewmekî ku bêjê em jî hene em netewin ji wî gelî re çi pêwîste? Ji bo ku karibê mafê xwe bi xwazê û biparêzin girîngîya wê çîye? Gava pêşî gava hebûnê, zimanek girînge pêwîste, a duduwan nexşîyek, xerîtekik pêwîste, a sisîyan kûltûrek divit hebê. Ku ev hersê tiştê gelek pêwîstin heger ev hersê tişt tunebin ew gel nikarê dawa netewî bikê. Ku ew gel ziman û nexşeya xwe û kûltûra xwe nizanibê, dîroka xwe nizanibê tiştekî wî kûltûrî tunebê ew gel nikarê bêjê em qewmekin emê dawa mafa û netewa bikin!
Wexta ku qewmek şîyar bû û xwende û zanyar û rewşenbîr û şaîr di nav wî qewmî de derketin û gelê wan hij wan kir û liwan hisandin nirx dane temamê alimê xwe alimê dînî û ê sîyasî li van xwedî derketin ew îşaretê serkeftinê ne. Ew alîm û zanyar û endezyar wê çibikin? Divê rêxistinekê çêkin rêxistineke Netewî hevpar berjewendîyê kesatî tevan li ser hev binijinin, dest bi qewmîyeta netewî bikin. Her wextî dicivîn û civatê xwe de suhbeta mîllî Netewî bikin rê û rêbazê hevpar û Kurdewarî çandî dîrokî pêşnîyar bikin.
Pêşî dew û doz, ziman e ew ziman jî girêday nîjadîye, wexta ku damarek nîjadî di xwîna te de tunebê, tu nikarê dew û doza xwe netewî bikê.
Ziman û dîn û daç liser nexşîyekê ku ev hersê hebin wê wî gelî û wê nexşîyê bi parêzin. Sutûnê qalin û tebût ziman û dîn û edettin, Wexta ku mere zimanê xwe nizanibê û dînê xwe nizanibê çanda xwe nizanibê ka ev insanê çi ji kê re bikin? Ziman nizanê ne ê qewmê xweye ê xelkêye, dîn nizanê ne ê Xwedaye, û ne evdaye, dîrok û kûltûrê nizanê bikêrî tu kesî nayê! Heger mere di vî gelê kurd bifikirê li ber windabûnê ne hem li dinya yê û hem li axretê xesirîne! Her dibêjin em zanin ku me re bêjê ma Arşê Xweda çawane wê bêjin em zanin me qero kir. Lê titiştî jî nizanin.
Miletin hene ku nizanibin qebûl dikin cehaleta xwe li zana û rewşenbîra dihisênin dixwênin. Lê evê me Kurd hemî ji xwe qaîlin xwe ji her kesî zane tir û pêşketî tir dibînin ev gelek zore.
Her kes dibêjin ez û ne tu kes halbikî wekî tembûrê valane tiştik di wande tuneye ne îlîm û ne cesaret ne merdî ne sexîtî, ku îş qedîyan ji nûka mere bêjê ho wey kuro ma me çizanî bû, Ev nema xêr dikin. Divê ku berya ku îş biqewmin mere bizanibê wê çi bibê. Ev çend partî yê ku li Bakur hene çivînik çêkirin wekî rasta gotin emê zimanê xwe î dayîkê bi rêk û pêk bikin, emê li kolana, li bazara, li civîna propagendê xwe emê bi Kurdî bikin, emê bêjne dewletê ku zimanê me bibê ê perwerdê rismî. Kêfa hineka ji me hat me got, ev tiştek gelek xweş û pîroze. Lê mixabin bû roja din weşanên xwe tev bi Tirkî kirin. Ew xeberê evara tev ketin qulê dîwara.
Ev gelê me xirek bûne nema zû bi zû diedilin, em çend nivîkarê Kurd ku em bi Kurdî dinivîsin ji sedî dudu naxwînin, heger çarna em bi Tirkî dinivîsin bi hezaran dixwînin hewqasî bi kul û mereqa Tirkîne naxwe ev xir û cira dî çîye? Heydê bêjne Bexçelî bê em Tirkin û ji bav û kala de em Tirkin, ev Kurdîtî bi meve zeliqîye va emê ji xwe jêkin wê kêfa Erdoxan û Bexçelî werê wê her tişt xelas bê. Heyfa wan bav û kalên me ku digotin: “Em Kurdin wê nevyê me jî bi rîya me Kurdî de bimeşin. Wan nizanî bûn ku xelkê wan hewqas zû bi tirsênê û bixapênê heyf li we ku we dayîka xwe wilqas kêm dibînin, zimanê wê terk dikin hij ji zimanê xelkê dikin.