Polîtîk

Wê xwîna şehîdên me li erdê nemîne

Tevgera Ciwanên Kurdistanê di derbarê karasata Kobanê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.  Ev jî daxuyaniya Tevgerê ye: JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RE Dema bûyerek qewimî, berê ku em li ser nîqaşan bikin û encaman derxin divê pêşîyê em li ser sedemeên bûyerê bifikirin. Ev bûyer ji ber çi çê bû? Çawa gihaşt vê astê? Sedemên bingehîn çi bûn? Û hw. em dikarin pirsan zêde bikin. Do dîsa terorîstên DAÎŞê êrişî Kobanî kirin û di encama vî êrişî de gelek Kurd şehîd bûn.Miletê Kurd berî demeke nêz rizgarkirina Kobanî pîroz kir. Me jî kêfxweşîya xwe ji bo paqijkirina Kobanî ji terorîstên DAÎŞê anî ziman. Lê me di heman demê de çend pirsan jî kir û metirsîyên di serî de Kobanî ji bo hemû başûrê rojavayê Kurdistanê eşkere bi raya giştî re parvekir.Ger miletê Kurd û bi taybetî jî saziyên sîyasî hêstên xwe danîyana alîyekê û bi mantiqa xwe tevbigerîyana îro Kobanî dubare nedibû.Divê pêşîyê ev tişt bê zanîn ku ji roja ewil heta îro di hemû êrişên li ser Kobanî de çêbûne zaafîyetên eskerî hene. Ger ne ji firokeyên hevpeymanê û ji hêzên Pêşmergeyan bûna Kobanî zûde ketibû. Ev zeefîyetên eskerî ne tenê li Kobanî; li Qamişlo, li Serêkanîyê, li Hesekê û li deverên din jî çêbûn û em bûn şahidên van kêmasîyan. Yek ji van kêmasîyan jî ev e ku, berî ku ewlekarîya Kobanî bê bi dest xistin ba miletê Kobanî kirin ku milet vegere. Loma divê pêşîyê berpirsyarên leşkerî ku bûn sedema şehîdbûna bi hezaran şervan û sivîlan, bên guherîn û di der heqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Li hemû artêşên cihanê mantiqa leşkerî vê tiştê pêwîst dike. Sedemek din ê van komkujîya qebûlnekirina hêzeke din a leşkerî ji alîyê PKK/PYD ye. Divê rokê zûtir PKK/PYD dev ji vê mantiqê berde û hişmendiya bi tena serê xwe îktidarbûna li başûrê rojavayê Kurdistanê ji hişê xwe derxe. Ew derfeta ku dane Artêşa Azad ê Ereb, bidin hêzên Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê jî. Li gor peymana Duhokê tevbigere û rê bide ku Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê derbas bibin. Derbasbûna hêzên Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê, garantîya rê li ber girtina qetlîamên bi vî rengî ye. Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê bangî hemû alîyên îdia dikin ku li ser navê Kurdan tevdigerin û bi taybetî jî ew alîyên ku çîrokên “Biratîya Gelan” û “Biratîya Ometê” li ser zimanê xwe kirine benîşt û sîyaseta xwe li ser wan esasan bi rê ve dibin dikin; dev ji têkilîyên xwe yên yek alî ya bi dewletên dagirkerên Kurdistanê berdin. Bi taybetî jî bi dewleta Îranê û bi dewleta Tirkan… Sedema bingehîn a van qetlîaman û sedama alozîya di navbera hêzên Kurdan de ev têkilîyan e ku ne di berjewendiyên miletê Kurd de ne. Divê baş bê zanîn ku têkilîyên bi van dewletan re nahêlin yekrêzîya hêzên Kurd çêbibin. Em bangî ENKS û birayên xwe yên Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê dikin ku zûtirîn wext dev ji rewşa xwe yê pasîf ku ne di berjewendîyê miletê Kurd de ye berdin. Bila helweta hizbên rojhilata Kurdistanê û Pêşmergeyên rojhilata Kurdistanê ji we re bibe mînak û hun jî wekî wan bi îrade tevbigerin. Heta têkilîyên bi dewletên dagirker re bidomin, wê hîn gelek qetlîamên bi vî rengî bên serê me. Ji ber ku sedema bingehîn a van qetlîaman, wan têkilîyan in. Loma divê hêzên Kurd ku di nav van têkilîyan de ne rokê zûtir van têkilîyên xwe ji ber çav derbas bikin û êdî rê nedin van qetlîaman. Em vê qetlîamê bi tundî lenet dikin. Sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji miletê Kurd re dixwazin. Wê xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Emê dîsa wek her gavî mil bi mil bi birayên xwe yên Kobanî re di nav piştgirîyê de bin. BIMIRE DAÎŞ A HOV Û FAŞÎSTBIMIRE HÊZÊN PIŞTGIRÊ DAÎŞÊBIMIRE DEWLETÊN DAGIRKER KU SEDEMÊN ESASÎ YÊN QETLÎAMAN EBIJÎ KURD Û KURDISTAN TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ26.06.2015

Back to top button