Kultur

We destkeftiyeke mezin bo Kurdistanê tomar kir

 

Bi minasebeta serkeftina kluba fotbolê a Hewlêrê bi ser Chonburi Sport Club a taylandî de û gihiştina wê bo lîstiak fînalê a şampyona Asiyayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji kluba fotbolê a Hewlêrê re şand û ev jî teksta wê peyamê ye: 

Birêzan kluba fotbolê a Hewlêrê 

Silav li we bin 

Bi minasebeta serkeftina kluba fotbolê a Hewlêrê bi ser Chonburi Sport Club a taylandî de û gihiştina wê bo lîstiak fînalê a şampyona Asiyayê, ez ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li komîteya rêvebir, endam, trenare û yek bi yek lîstikvanên kluba fotbolê a Hewlêrê û tevaya cemawer û werzişdotan dikim. We destkeftiyeke mezin ji bo kluba xwe û tev herêma Kurdistanê tomar kir. 

Bi vê serkeftina we ku, ev cara yekemîn e li ser astê herêma Kurdistanê û Îraqê bi destve dihêt, hûn bûn cîyê şanazî û şadiya cemawerê xwe û hemû xelkê Kurdistanê. Em hêvîdar in di lîstika fînalê de jî her heman wê astê bilind nîşand bidin û bikaribin xelata şampyona Asiyayê bilind bikin. 

Her serkeftî bin 

Nêçîrvan Barzanî 
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê 
23.10.2012 

 

Back to top button