Waşintonê niyeta xwevekêşana ji navbeynkariya Rûsya û Ukraynayê heye
Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigehîne ku, welatê wî bizavên xwe ji bo navbeynkariya lihevkirina aştiyê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji bo demekê radiwestîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio îro (În, 18.04.2025) piştî civîna xwe ya bi serkirdeyên Ewropayê re li Parîsê got, “Em ji bo dema çend heftiyan an çend mehan bizavên xwe ji bo navbeynkariya lihevkirina aştiyê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de radiwestînin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwesa ragehand, “Eger li paşerojê amajeyeke ron an niyetek ji bo lihevkirinê hebe, em dê hingê dest bi bizavên xwe bikin.”
Marko Robio amaje jî da, “Serokê Amerîkayê Donald Trump heta niha jî hêvîdar e ku her du welat, Rûsya û Ukrayna, li ser rawestandina şerî zû bigehin lihevkirinê.”
Navbirî ji aliyekî din ve jî ron kir, “Eger cîhan ji wê yekê piştrast nebe ku çi amajeyeke ron ji bo lihevkirin û piroseya aştiyê nebe, me jî karên din hene ku pê ve mijûl bibin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li roja Sêşemê (15.04.2025) li ser lihevkirina bi Ukraynayê re di çavpêkeftineke rojnamevanî de ragehandibû, “Hêsan nîne ku em li ser hin xalên serekî li ser rawestandina şerê sêsalî yê navbera me û Ukraynayê de bi Amerîkayê re li hev bikin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez jî kiribû, “Yekalîkirina xalên serekî yên wê lihevkirinê hêsan nîne, hêşta jî danûstandin li ser wan xalan tên kirin.”