Cîhan

Washington Post: Belgeyên kuştina Kaşikçî hene

Li gora rojnama Washington Post, hinek çavkaniyên berpirsên Amerîkî û Tirk didin xûyakirin ku, rojnemevanê Siudî Cemal Kaşikçî dema ketiye konsulusxaneya Siudiyê ya li Stanbulê ji aliyê karmendên konsulusxaneyê ve hatiye girtin û ew kuştine, piştre ji termê wî parçekirine û ji Konsulusxaneyê derêxistine derve.Li gora nûçeyê dema Kaşikçî ketiye nava konsulusxaneyê de dengê wan hatiye girtin û dengê Kaşikçî û hinek kesên erebî xeberdidin tê.Tê gotin ku, dema mirov guh dide van axavtina, eşkere dibe ku, Kaşikçî çewe hatiye girtin û lêpirsîn li gel hatiye kirin û îşkende ditiye û dawiyê de hatiye kuştin.Li gora Washington Post, berpirsên Tirk di vê derbarê de Siudiyê tawanbar dikin û gelek zû ev pirsa hanê şopandine. Herweha rojname dibêje ku, Tirk guh didin nava gelek avahiyên konsulusxaneya, lê ji bo neyê zanîn naxwazin van denga belav bikin. Herweha Rojname îdia dike ku belgeyên kuştina rojnemevanê Siudî di destê Tirkan de hene.

Balkêş e ?
Close
Back to top button