Polîtîk
Washington: mîhvandarîkirina terorîstan wê astengiyeke navdewletî ji bo tirkiye çêbike
Wezareta Derveya Amerîka bi tundî dijayetiya xwe beramber bi hevdîtina vê dawiyê ya Serokê Tirkiye Receb Teyîb Erdogan li gel serkirdeyên tevgera Hamas li Stenbolê ragihand.
Li daxuyaniyê de Wezareta Derveyê Amerîka hişdariyê da ku ev hengava tirkiye wê astengiyeke navdewletî ji bo wan çêbike.
Her wiha got: “Tevgera Hamas ji aliyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa ve wekî rêxistineke terorîstî hatiye bi navkirin û polênkirin”.