Vi generalî 6 leşker kuştine
Sala 2009-ê meha Gulanê, li devera Çolemêrgê encama teqîna mayinekî 6 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dabûn. Di cih de leşkeran daxuyaniyek belav kirin û gotin PKK-ê mayîn di rêya leşkeran de çandine û dema leşker derbasbûne mayin ji aliyê çekdarên PKK-ê ve hatiye teqandin. Wê demê PKK-ê tu deng dernexist û negot ku wan ev çelakî nekiriye.
Lê piştî demekî hate eşkerekirin ku generalê bi nave Zekî Es fermandarê herêma Çolemêrgê ferman daye ku mayîna di rêya leşkerên xwe de biçînin û herweha bi fermana wî leşker çûne devera mayin hatîn çandin. Encam kifşe 6 leşker hatin kuştin û bûyer ma stuyê PKK-ê de.
Di vê derbarê de dadgehê lêpirsînek destpêkir û eşkere bû ku ev bûyer ji aliyê leşkeran bi xwe ve hatiye kirin û hemi bi fermana general Zekî Es bûye. Di vê derbarê de guh dane xeberdana general û fermandarek din yê leşkera û axavtina wan hatiye qeydkirin û ev yek eşkere bû.
Dadgehê di çerçova lêpirsînê de general tawanbar dît û biryara girtina wî û darizandina wî da. Niha general Zekî Es li Enqere di zindanê de ye. Ev cara yekem e ku generalek bi tawana kuştina leşkeran tê dadgehkirin û girtin.