Velî Kuçuk Cem Ersever daye kuştin

Îro li doza Ergenekonê wek dîdevan dema ku Emrah Ozdemir li odeya tenêtiyê ji sawciyan re peyiviye, gotiye ku girtiyê Ergenekonê Welî Kuçuk (yuzbaşî) î daye kuştin.
Emrah Ozdemir gotiye ku wî ev mesele, ji devê Adil Timurtaşê ku berê PKKyî bû, piştre bi JITEMê re kar kiriye û bûye mikurvan, bi Hayretin Ertekin re jî dişixulî, bihîztiye.
Dîsa Emrah Ozdemir gotiye sawciyan: Hayretin Ertekin gotiye ku ji GATAyê dihatin ba me û Yaşar Buyukkanit, xasma jî Ilker Başbugê ku hêj nebûbû sererkan digel general Ersin Saygun, ji me re dipeyivîn û çewa dê alîkariya me bikin digotin. Herweha ev rêxistina cendirmeyan a bi navê JITEMê ku wek makîneya celadan kar dikir ji aliyê Arif Dogan û Cem Ersever ve hatiye avakirin.
Emrah Ozdemir gotiye ku, wî ji devê Arif Dogan bi xwe jî bihîztiye, ji ber ku Cem Ersever dixwest hevalbendên xwe bi rêxistin bike, Welî Kuçuk ew daye kuştin.
Rojeva Kurd/ Stenbol