Di pirtûkê de 443 sernav hene. Hemû ew nivîs in ku di sala 2019 û ya 2020î de li Facebooka Zeynelabidin Zinari hatine weşandin. Piraniya nivîsan çîrok û meselokên folklorî ne, hinek kurtenivîs in û hinek jî helbestên wî ne. Ji bo ku nivîs berze nebin, di vê cildê de hatine komkirin.
Berê jî pênc pirtûkên bi vî rengî hatine weşandin:
1) Gotarxane, 303, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2015, rûpel 580, ISBN 978 91 87787 00 3
2) Sêwirxane, 270, Zeynelabidin Zinar, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2016, rûpel 570, ISBN 978 91 87787 04 3
3) Çandxane, Zeynelabidin Zinar, 293 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2011, rûpel 664, ISBN 978 91 87787 08 9
4) Vêjexane, Zeynelabidin Zinar, 741 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2018, rûpel 600, ISBN 978 91 87787 14 0
5) Hevokxane, Zeynelabidin Zinar, 563 kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2019, rûpel 610, ISBN 978 91 87787 16 4
6) Vejînxane, Zeynelabidin Zinar, …… kurtegotarên kurdî yên Facebookê, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2021, rûpel 760, ISBN 978 91 87787 19 5
Jimara rûpelên van şeş pirtûkan, 3.778 e.
Li dawiya pirtûkên lîsteya naveroka sernavan û piştre jî lîsteya 130 pirtûkên nivîskarî cih girtiye.
Bi hêviya ku ev 6 pirtûk ji bo bipêşketin û geşemendiya Zimanê Kurdî bibin alîkar. Herweha eger di refên Pirtûkxaneya Kurdistanê de jî cihên xwe bigirin, şadiyeke zêdetir e.
Vejinxane 756 rûpel e, li Stockholmê ji aliyê Pencinar Weşanxaneya Çanda Kurdî ve hatiye weşandin.
www.pencinar.se
Rojeva Kurd
Swêd 06/ 03/ 2021