Vê heftiyê Amerîka biryara xwe derbarey Suriyeyê dide
Çavkaniyên îdareya Amerîkayê eşkere dikin ku, Qsra Sipî vê heftiyê dê dest bi civênên xwe yên li ser rewşa Suriyeyê dest pê bikin û tê çaverêkirin ku, îdareya Obama biryra çekdarkirina mixalifeta surî bike û devera dijîfirîn pêkbîne.
Li gor çavkaniyên Qesira Sipî ku, ji CNN re eşkere kiriye, heta nuha îdareya Amerîkayê biraya dawiyê nedaye, lê belê serok Obama dê biryra çekdarkirina hêzên nerim yên nav mixalifeta surî di van rojan da îmza bike û herwesa minaqeşeya devera dijîfirîn jî bike.
Li gor wan çavkaniyên, wezîrê derve yê Amerîkayê serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn paşxist daku, beşdariyê di civînê Qesira Sipî yêm li ser rewşa Suriyeyê bike.
Piştî Hizbulah û Îran bi awayekî raste rase ketin keleke Beşar Esed li dijî şoreşa gelên surî, Amerîka ketiye tevgerê dixwaze çekî bide oposiyonê û herêneke dijîfirîn jî pêkbîne