Vê carê Tirkiye zixtê li Amerîkayê dike
Li hember rewşa Sûryeyê, Tirkiye zixtê li Amerîkayê dike da ku êrîşî Sûryeyê bike. Rojnameya Milliyet dinivîse ku vê care Amerîka zixtê li ser Tirkiyeyê nake, lê berovajî, Tirkiye zixtê li ser Amerîkayê dike:
– Herdema Amerîka xwestiye êrîşî welatekî bike, zixt li ser Tirkiyeyê kiriye daku beşdariyê di wê êrîşî de bike û terefdariya Amerîkayê bike. Lê di pirsa Sûryeyê de, berovajî, Tirkiye fişar xistiye ser Amerîkayê daku êrîşî Sûryeyê bike.
Rojname dinivîse ji bona ku Tirkiye bikare Amerîkayê razî bike ku êrîşî ser Sûryeyê bike, Ehmed Davudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê serdana Amerîkayê kir û ji berprisên amerîkî re got:
– Em qebûl nakin ku Sûriye weke Bosniye lêbihêt û xelkê medenî rû bi rûyê êrîşa bibin û şerê navxwe li wî welatî serîhilde.
Rojevakurd