Vê carê li Silopî Quran hat qetandin!
Li navçeya Şirnexê Silopî , kesekî 34 salî Qurana Pîroz li ber avahiya qeymeqamtiyê çirand û çêr (dijûn)kirin. Piştî bûyerê xelkekî êrîşê kesê 34 salî kirin lê polisan ev ji deste xelkê xilas kir. Kesê bi navê Î.B. ji aliye polisan ve hate binçavkirin û piştî îfada wî hate girtin ew rêkirin dadgehî û lê wê dere biryara girtina wî hate dayîn û ew rêkirin girtîgehê.
Bûyer danê êvarê li kolana 2. a navçeya Silopiyayê pêk hat. Hat îdiakirin ku Î.B. hat kolana li ber avahiya qeymeqamtiyê Qurana di destê xwe de çirandin û dest bi çêra kir.
Piştî bûyerê xelkek qelebalix li ber dere avahiya qeymaqam kom bûn û ev bûyer şermezarkirin û daxwaz kirin ku wî kesî radestê wan bikin. Qeymeqamê Silopî axavtinek kir û got: Em jî wek we gelekî ne rihetin û emê vê yekê bişopînî û kesê ev kirî jî radestî dadgehê dikin.