Polîtîk

Ukranya li Kurdistanê konsolxaneya xwe vedike

 

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Girîş Çînko Kostantîn Wezîrê Derveyê Ukranya û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, di derbarê pêwendiya du qoliya navbera Herêma Kurdistanê û welatê Ukranya û cîh û warên pêşxistina li hemû waran da danustandina bîr û ramanan kirin, bi taybetî li warên aborî, uze(enerji), çandin, bînasazî, perwerde û rahênanê ragihand ku pêwendiyekî dîrokî her du gelê Kurdistan û Ukranya komdike û ev serdana Wezîrê Derveyê Ukranya jî hengavekî başe ji bo zêdetir pêşxistina wan pêwendiyane û dergehekî berfireh jî li ber pêşxistina pêwendiyan de dike û ragihand ku Herêma Kurdistanê xwestineke tevahî ji bo berfirehkirina asta beşdariya kompanyayên Ukranya li proseya avadankirinê da heye. 

Li aliyê xwe ve Wezîrê Derveyê Ukranya niyaza welatê xwe ya bi navê kûrkirina pêwendiyên navbera her du aliyan de xisterû û ragihand ku tevgereke başa avadankirina li Herêmê tê dîtin ku eve jî ji bo aramiya rewşê digrê ku handerekî başe ji bo wê yekê welatê we li rêya kompanyayan ve karê veberhênanê encam bide.

Her wiha Wezîrê Derveyê Ukranya niyaza welatê xwe ya li vekirina konsolxaneyekî fexrî yan nûnerayetiyekî herdemî li Herêmê da xisterû ku bibê bazineke pêwendiya navbera her du aliyan da. Her wiha nirxandina rewşa Suriye, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Back to top button