Polîtîk
Û Serok Barzanî û Şivan Perwer derbasî Bakûr bûn
Li ser daweta fermî ya Serok Wezîrê Tirkiyê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hunermend Şivan Perwer bi rêya Ibrahîm Xelîl derbasî qezaya Silopî ya bajarê Şirnaxê bûn.
Serok Barzanî demjimêr 07:10 an de nêzîkî bi 20 seyareyan derbasî bakûr bû, li qada gumrukê de Barzanî û Perwer ji aliyê Mehmet Emin Dindar Parlementerê Şirnexê,Mustafa Akgun Cîgirê Parêzgerê Şirnexê, Avni Usta Birêvebirê Ewlehiyê ya Şirnexê û Mehmet Demir Serokê AK Parti ya Şirnexê ve hatin pêşwazîkirin.
Li sînorê Xeburê Barzanî bi pankartên Hun bi xêrhatin Serok Barzanî û bi alayên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.