Cîhan
Tutu li ser pirsa kurd nameyek ji Erdogan re şand
Sermetranê aşitîxwaz yê Afrîkaya Başûr Desmond Tutu yê 79 salî, ji serokwezîrê Tirk re nameyek şand û xwest jibo çareseriya pirsgirêka Kurd bi riyên aşitiyane dest bi hevdîtinan bike.
ANF ragihand ku, Tutu di nameyê de piştgiriya Erdogan dayî filîstîniyan bi bîr tîne û bal kişand ku wê pevçûn bi riya aştiyane û muzakereyan bi aliyan bi dawî bibe.
Her wiha Tutu diyar kir ku ew bi gumane ku wê pevçûnên di navbera gelên kurd û tirk de zêde bibin. Wekî din diyar kir, ku ew di wê baweriyê de ye, wê pirsgirêka kurd bi aştiyê bê çareserkirin.
Nûçe: Kurddoz