Turkmen:Li ser pirsa serokatiyê muzayede nayê kirin
“Nabe em muzayedeya siyasî bi pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin, heta ku hin postan bidest bixin ji nû ligel bin, ev hewelsteke niştimanî û ne berjewendiyek kesî ye.” Ev bersiva seroka ferakesyona Pêşkeftina Titrkmenî ye li ser wan gotegotên ku dibêjin, Tirkmenan daxwaza ji şandeya PDK kirine ku posta cîgirê serokê herêma Kurdistanê bidin wan. Muna Qehwecî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku “Şandeya PDK serdana aliyên siyasî yên Tirkmen kir, derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de, Tirkmen jî ligel wê yekê bûn ku, ew pirs li derveyê Parlementoya Kurdistanê û bi lihevkirinê were çareserkirin.” Derbarê pirsa hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel yan parlementoyê ve, Qehwecî diyar kir ku ew dixwazin referandûm li ser vê pirsê bê kirin. Herwiha red kir û wan daxwaza ti postekê kiribin ji bo derbirîna helwesta xwe li ser pirsa serokatiyê û got: ““Nabe em muzayedeya siyasî bi pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin, heta ku hin postan bidest bixin ji nû ligel bin, ev hewelsteke niştimanî û ne berjewendiyek kesî ye.”