Turk doza pişgiriyê li siyasetmedarên Kurdistanê dike
Ahmet Turk li ser mijara danîna qeyûman û hincetên hikûmetê yên bo dûrxistina wan hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk aniye.
Ahmet Turk di hevpeyvîna xwe de behsa rewşa xwe û HDPê bi dirêjahî dike. Herweha beşek axavtina xwe de dixwaze siyasetmedar û aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê pişgiriya wan bikin. Di vê mijarê de Turk dibêje: “Em dixwazin li me xwedî derbikevin û ev siyaseta li hemberî me tê meşandin bila rexne bikin. Bila dengê xwe bigehênin Tirkiye û cîhanê.”
Rastî ev daxwaziya Turk gelekî balkêşe, lê mixabin ji aliyê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan ve ev balkêşî nayê dîtin û behsê jî nayê kirin. Gelo Turk bi çi rûyî vê daxwazê ji siyasetmedarên başûr dike? Ji aliyekî ve raste ev daxwaziyek gelek rewaye. Lê eger Turk bi xwe di derbarê Kurdistana Başûr de ne siyaseta PKKê rêve bibe û şer û dijminatiya Başûrê Kurdistanê neke û siyaseta ku Turk di nav de ye ne tehdîtek be li ser deskeftiyên Başûrê Kurdistanê, ev daxwaziya Turk gelek bi cih de ye. Gelek cara dema hinek kesayetên wek Turk dîtinên xwe yên şexsî dibêjin ihtimale ku ew pişgiriyekî didin Başûrê Kurdistanê. Lê siyaseta di nav de ne dijminatiya Başûrê Kurdistanê dike. Ji bo vê yekê pêwiste kurd û taybetî siyasetmedarên xwe jîr dihesibînin wateya van gotinên kesên wek Turk bizanibin.
Di rastiya xwe de wek Turk jî dide kifşkirin , tu derdê wan yên Kurdistanê tuneye. Ew gora ku didin xûyakirin doza demokratbûna Tirkiye dikin. Lê behsa destkeftiyên netewî nakin.
Turk jî wek hemû PKKê behsa “ Kongreyek Netewî “ dike. Gelo eger tu ne li ser xetek netewî siyasetê dikî, tu çi ji Kongreyek Netewî bikî? Ji aliyek din PKK û hemû dam û dezgehên PKKê dema dikevin tengasiyê behsa “Kongreya Netewî “ dikin. Ji xwe li Brukselê KNK a PKKê heye, pêwistî ji wan kongreyek din tuneye.
Hukumeta Tirkiye li sê bajarên Kurdistanê şaradarî bi tohmeta arikariya PKKê ji kar dûr xistin. Dewsa wan de qayum tayin kirin. Bê guman ev ne tiştek raste . Kesên bi hilbijartin hatîn divê bi hilbijartin jî herin. Gerek her kesayetek xwe demokrat dibîne li dijê biryarek bi vî awayî raweste û helwesta xwe bide nîşandan. Ev helwesta hukumetê ne hukukiye û ne jî mafê mirovan û demokraiyê ve digunce. Lê li vê derê niqteyek gelek zîz û hesas heye, nabê ev helwest bibe pişgiriya siyaseta PKKê. Ji ber ku PKK vê yekê ve gelek hostaye û van helwestên mirovatî dikare gelek bi zanebûn bike xizmeta siyaseta xwe de…