Turk: Barzanî negotye PKK beşdarî kongreya netewî nake
Ahmed Turk ku, beriya çend rojan digel heyetekê serdana beşûrê Kurdistanê kiribû û beşdarî di konfrensa komara Kurdistan a Mihabadê kiribû, ji bo zelalkirina encamên serdana xwe ya bo başûrê Kurdistanê preskoinfrensek li bajarê Diyarbekirê saz kir.
Di bersiva piresekê de ka gelo di hevdîtina bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pirsa beşdarîkirina PKKê di kongreye netewî de hatiye behiskirin de got:
– Barzanî çi li konfrensa bîranîna komara Mihabad û çi jî di hevdîtina digel me de, bi tu awayî negotiye PKK ji bo kongreyê nayê vexwandin. Birêz Barzanî zîdetir îşaret bi giringiya yekêtiya navbera aliyên kurdî û bihêzkirina siyaseta demokratîk ji aliyê kurdan ve kir.
Turk di berdewamiya axavtina xwe de got ku Baranî hertim tekîd li ser wê yekê dikir ku pêwîste hemû aliyên kurdî beşdariyê di kongreya netweî a kurdî de bikin û hizrên hevbeş di kongreyê de biafirînin û tu kes li dervey wê pirosesê nemînin:
– Eger meseleya kurd heye pêwîste hemû alî bi hev re kar bikin û hizrên hevbeş biafirînin, PKK dê di kongreya netewî de beşdar be. Me hertim gotiye eger aliyek di kongreyê de başdar nebe, kongre sernakefe.