Cîhan
Tuğamiral Zeki Aktürk: Di 6 mehan de 1181 PKKî hatin kujtin
Wezareta Berevaniya Netewî ragihand ku di heftiyekê de 30 PKKî û ji 1ê Çileya 2024an û vir ve hezar û 181 terorîst (PKKî) hatine kujtin, ku 531 li bakurê Iraqê (Başûr) û 650 jî li bakurê Sûriyê (Rojava)ne.
Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî yê Wezareta Paraztina Netewî Tuğamiral Zekî Akturk, di civîna çapemenî ya ku li wezaretê hat lidarxistin diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TAF) di çarçoveya parastinê de bi zextên zêde têkoşîna xwe ya li dijî her cûre gef û xetereyan didomînin.
Akturk, diyar kir ku di vê çarçoveyê de di hefteya dawîn da 30 terorîst hatine berterefkirin û ji 1ê Çileyê heta îro hejmara terorîstên ku hatine kujtin 1181 e ku ji vana 531 li bakurê Iraqê û 650 jî li bakurê Sûriyê ne.