Polîtîk

Tu pêwendiya hevdîtinên li gel Ocalan hilbijartina Stanbulê re tuneye

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Cemîl Bayik radigihîne: Çi pêwendiya hevdîtinên Ocalanî, bi hilbijartinên Stenbolê re niye.

Cemîl Bayik ji televîzyoneke nêzikê PKKyê re eşkere kir. Di hilbijartinên Stenbolê de armanca wan a sereke dawîkirina AK-Partî û MHPyê ye. Çi pêwendiya destpêkirina hevdîtinên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û parêzerên wî, bi hilbjartinên Stenbolê re niye. Hevdîtinên Ocalanî di encama zexta hêzên navnetewî a dijî Tirkiyeyê û girevên birçîbûnê de destpêkiriye.

Ewê çavderiya tecîrda li ser Ocalanî bikin ka gelo tecrîd bi temamî rabûye an na. Hevserokê KCKyê herwiha tekez kir hişmendiya dewleta Tirkiyeyê beramberî pirsa Kurdî negûhere li Tirkiyeyê şer ti carî ranaweste.

Back to top button