Polîtîk

Tu demek ji bo serdana Mesrur Barzanî ya Tirkiye nehatiye diyar kirin

Ji berî demekî di madya Tirkî û medya Kurdî de hatibû ragihandin dê serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî serdana Tirkiye bike.Lê heta niha jî tu demek ji bo serdana Mesrur Barzanî ya Tirkiye nehatiye diyarkirin.

Piştî hukumeta herêma Kurdistanê hate avakirin gelek welatan pîrozbahiya Mesrur Barzanî kir û ew wek serokwezîrê Kurdistanê vexwandin welatên xwe. Tirkiye jî Mesrur Barzanî vexwandiye. Wezîrê derve yê Tirkiye bi navê hukumet Tirkiye serdana Kurdistanê kir û li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê hevdîtin pêkanî û ew vexwand Tirkiye.Lê heta niha tu demek ji bo vê serdanê nehatiye diyar kirin.

Piştî nûçeya serdana mesrur Barzanî ya Tirkiye hate belav kirin, ev yek di nava Kurdên bakur de taybetî jî di medya civakî de gelek hate gotubêj kirin. Gelek kesan bi awayek hissî behsa vê serdanê kirin û dan xûyakirin ku nabe Mesruru Barzanî serdana Tirkiye bike.

Di rastiya xwe de hukumeta herêma Kurdistanê û serokê vê hukumetê pêwiste pêwendiyên baş li gel cîhanê hebe. Herweha diyaloga li gel dewletên cîran jî gelekî girîng û zîz e. Elbet dê serdana welatên cîran jî bêne kirin. Eger diyalog nebe çareserî ji tu pirsgirêkekî re nayê dîtin.

Carek din divê bê xûyakirin ku, îro di roja me de destkeftiya Kurdan a berbiçav û dest bê girtin tenê li başûrê Kurdistanê ye. Tu bûyer yan jî destkeftiyek din tuneye ku mirov başûr jêre bike qurbanî.

Gerek hukumeta herêma Kurdistanê jî di çerçova berjewendiyên welatê xwe de tevbigere û serdan dewletan bike. Kesek vê yekê ji hukumeta Kurdistanê baştir jî nizane. Kengê dema wê bê dê serdanên fermî bêne kirin.

Back to top button