Trump:Min negot em ê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin

Trump roja Pêncşemê li Ofîsa Oval li Qesra Spî dema ku wî rêze biryarên serokatiyê ragihand, ji rojnamevanan re axivî
Dema pirsek hat kirin Trump destnîşan kir ku wî tu carî negotiye ku em ê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin û got, “Ez nizanim kê wiha gotiye.”
Her wiha diyar kir ku rêveberiya DYA’yê dinirxîne ka dê leşker li Sûriyeyê bimînin yan na û dê di vê mijarê de biryar bê dayîn.
Serokê Amerîkayê derbarê kengê û çawaniya vê biryarê de agahiyên zelal neda.
Di heman demê de Trump diyar kir ku Amerîka di bûyerên dawî yên li Sûriyeyê de cih negirtiye û got, “Sûriyeyî ji rewşa heyî berpirsyar in û ti têkiliya wê bi DYA’yê re nîne. Em naxwazin DYA di vê rewşê de destwerdanê bike.”
Daxuyaniyên Trump piştî wê yekê hatin ku di rojên borî de hin medyayên Tirkiyê û Israîlî nûçe belav kiribûn ku Trump ji rayedarên Îsraîlê re gotibû ku divê Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne.