Cîhan
Trump Tillerson ji kar dûrxist
Serokê Amerikayê Donald Trump wezîrê derve yê vî welatî Rex Tillerson ji karê wî dûr xist û di dewsa Tillerson de serokê CIA yê Mike Pompeo kir wezîrê derve yê Amerikayê.Trump di hesabê xwe Twitterê de ragihand ku ewî Rex Tillerson ji karê wî dûr xistiye û di dewsa Tillerson de serokê CIA yê Mike Pompeo kiriye wezîrê derve yê Amerikayê. Trump behsa Pompeo dike û dibêje : Ewê karekî gelek serkeftî bike.Wezîrê derve ye Amerikayê Mike Pompeo Cara yekem jinekî dikin serokê CIA yê. Trum da xûyakirin ku , Gina Haspel dibe serokê CIA yê.Trump sedema ji dûrxistina Tillerson jî eşkere dike û dibêje:Dîtinên me ne wekahevbûn, baweriya min bi temamî li Pompeo heye.