TRUMP: Putin bi temamî dîn e!
Roja Şemiyê, di êrîşa herî mezin a dronê ya Rûsyayê li Ukraynayê de, herî kêm 13 kes hatin kuştin.
Piştî vê bûyerê serokê Amerikayê Trump di medya civakî de li ser hesabê xwe yê Truth Social de daxûyaniyek ragihand û got: “Min her tim têkiliyek baş bi Vladimir Putin ê Rûsyayê re hebû, lê tiştek bi serê wî hat. Ew bi tevahî dîn e! Min her tim gotiye ku ew tevahiya Ukraynayê dixwaze, ne tenê beşek jê. Dibe ku ev rast be, lê eger ew vê bike, ev yek dê bibe sedema hilweşîna Rûsyayê,”
Ev rexneyên herî kêm ên Trump ên li ser Putin têne hesibandin, ji ber ku wî gelek caran bi heyranî li ser serokê Rûsyayê axiviye.
Di demên dawî de, bi demê re, dilgiraniya Trump ji ber rewşa bêçalak a danûstandinên aştiyê yên Moskow-Kievê zêde bûye.
Trump roja Yekşemê ji rojnamevanan re got ku ew ji êrîşa dawî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê “ne razî” ye û li ser zêdekirina cezayên li dijî Moskowê difikire.
Trump got, “Ez [Putin] demek dirêj e nas dikim, ez her tim bi wî re bûm, lê ew rokêtan dişîne bajaran û mirovan dikuje, û ez qet ji vê yekê hez nakim.”
Ajansên rizgarkirinê yên Ukraynayê roja Yekşemê piştî duyemîn şeva li pey hev a êrîşên mezin ên asmanî yên Rûsyayê, ku paytext Kîevê jî kirin armanc, atmosfereke “tirsnak” li welêt wesifandin.
Karbidestan gotin ku di êrîşên dawî yên Rûsyayê de li herêma Zhîtomîr a bakur-rojavayê welêt, zarokên 8, 12 û 17 salî hatine kuştin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser medyaya civakî got, “Bêyî zextek rastîn û bihêz li ser serokatiya Rûsyayê, ev wehşet wê raweste.”
Wî got, “Bêdengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bêdengiya yên din ên li çaraliyê cîhanê, tenê Putin cesaret dike. Ceza bê guman dê bibin alîkar,”
Trump di posta xwe de rexne li Zilinsky girt û ew tawanbar kir ku “bi gotinên xwe ti feydeyek ji welatê xwe re nake”.
Trump got, “Her tiştê ku ji devê wî derdikeve dibe sedema tengasiyê. Ez jê hez nakim û çêtir e ku ew dev jê berde.”
Artêşa Ukraynayê roja Yekşemê ragihand ku wan şeva borî bi tevahî 45 fuzeyên Rûsî û 266 dronên êrîşê xistine xwarê.
Berdevkê Hêza Hewayî ya Ukraynayê Yuri Ignat got ku, Rusyayê bi 298 drona êrîş kir.Ev destpêka şer de heta niha hêjmara herî mezine.