CîhanRojev

Trump pişgiriya xwe ji bo Fransayê radigihîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek derbarê êrişa li bajarê Nice yê Fransayê belav kir.

Di wê peyama xwe de Serokê Amerîkayê dibêje, dilê wî li gel xelkê Fransa ye û pêwîst e demildest “ew êrişên Îslamî yên radîkal ên terorîst bên rawestandin.”

Li bajarê Nice yê Fransayê îro, 29.10.2020, di êrişeke bi kêran de 3 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Şaredarê wî bajarî jî ew wek “êrişeke terorîstî” binav kir.

Trump li ser wê êrişê ku ew bi xwe jî wek “êrişeke terorîstî” binav dike dibêje, ne Fransa û ne ti welatek din nikare li gel vê tehemul bike.

Li gor ajansa France Press, ew kesê di êrişa îro de 3 hemwelatiyên Fransî bi kêrê kuşt, xelkê Tunis e û di vê mehê de gihîştiye Fransayê.

Her li gor zanyariyan navê wî kesî Îbrahîm e û temenê wî 21 sale, pêştir di meha Îlonê de gihîştiye grava Lambîdosa ya Îtalî û paşê koçî welatê Fransayê kiriye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana bo cihê êrişê ragihand, “Ev êrişeke Îslamî ya terorîstî ye” û got jî, Fransa “rûbirûyê êrişê bûye” herwiha amaje bi êrişa ser Konsulxaneya Fransa ya li Ciddeya Siûdiyê.

Back to top button