Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Ebûbekir Bexdadî di encama operasyonekê de hat kuştin. Trump aşkere jî kir, “Kurdan zanyariyên îstîxbaratî dane me.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di konferanseke rojnamevaniyê de kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî li Sûriyê ragihand.

Donald Trump herwiha got, “Ebûbekir Bexdadî dema bo nava tunelekê reviya, sê zarokên xwe bi xwe re biribûn û got, “Dinalanad, digiriya û paşê xwe teqand û xwe li gel zarokên xwe kuşt.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Bexdadî dibêje, “Ew weke qehremanekî nemir, ew weke tirsinokekî mir, ku 3 zarok jî bi xwe re ber bi mirinê ve birin. Wî dizanî dawiya tunelê tine ye.”

Serokê Amerîkayê aşkere jî kir ku hemû belgeyên derbarê DAIŞê de di wê operasyonê de hatine desteserkirin.

Trump ragihand ku ev çend sal bû ew li pey Bexdadî bû û got, “Ev hefteyek bû me ji nêzîk ve çavdêriya wî dikir. 8 balafir û tîmeke taybet beşdarî operasyonê bûn. Operasyona me di 2 demjimêran de hat encamdan.” Trump got jî ku di wê operasyonê de ziyaneke canî negihiştiye hêzên amerîkî.

Trump dibêje, di operasyona kuştina Bexdadî de Kurdan bi zanyariyên îstixbaratî alîkarî dane me ku gelek alîkar bûn.

Donald Trump dibêje, “Di operasyonê de Rûsya gelek alîkar bû, spasiya Rûsya, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Kurdên Sûriyê dikim.”

Trump derbarê bîrên petrola Sûriyê de jî dibêje, “Rêjeyeke zêde ya petrolê heye. Em van diparêzin, renge aliyekî din îdiaya wê bike, yan em ê bi wan re danûstandinê bikin an jî em ê bi awayekê leşkerî bilez wan rawestînin.”

Trump derbarê peywendiyên li gel Kurdan û herwiha êrişa Tirkiyê û daxwazên wê yên avakirina navçeyeke aram li Rojavayê Kurdistanêde diyar dike, “Têkiliya bi Kurdan re piştî çend rojan ji şer asantir bû…, Tirkiyê dixwest navçeya aram bo salên dûr û dirêj ava bike û ez bextewer im ku min alîkariya wan kir bigihin wê yekê.”

Herwiha Trump got, “Neft gelek binirx e” û dibêje, “ew DAIŞê dabîn dike” û diyar dike, “Ev alîkariya Kurdan dide ji ber ku di bingehê de ew ji Kurdan tê girtin- û dibe ku ev alîkariya me bide, pêwîst e ku em jî hinekê jê bibin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: