Trump di nivîsa xwe ya li ser platforma medya civakî Truth Social de ev gotinên jêrîn bi kar anîn:
Heger ew ‘Serokkomar Trump bikujin’ ku her tim îhtimal e, ez hêvî dikim ku Amerîka Îranê hilweşîne û ji ser rûyê dinyayê rake. Heger ev yek pêk neyê, wê serokên Amerîka wek ‘tirsonek’ bên dîtin!
Trump di 13ê tîrmehê de di mîtînga Pennsylvaniayê de rastî êrîşa bi çek hat. Trump di dema hewldana kuştinê de, ku êrîşkar Thomas Matthew Crooks ê 20 salî û kesekî din jiyana xwe ji dest dan, gule li guhê wî ket.
Di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê de hat îdiakirin ku Servîsa Veşartî ya Amerîkayê hefteyekê berî bûyerê ji ber tehdîda li ser Trump a ku ji Îranê tê, ewlehî zêde kiriye. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî ev îdia red kir û wek “sûcên xerab û bêbingeh” bi nav kir.
Peyama Trump, daxuyaniyên wî yên sala 2019an jî anî bîra mirovan. Trumpê ku wê demê serokatiya Amerîkayê dikir êrîşî rêveberiya Tehranê kiribû û gotibû, “Amerîka tehdîd neke, evê dawiya we be”.
Piştî kuştina Fermandarê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî pêwendiyên her du welatan zêdetir aloz bûn. Silêmanî li paytexta Iraqê Bexdayê di encama êrişa balafirên şer ên Amerîkayê de hat kujtin. Rêveberiya Tehranê diyar kiribû ku wê tola Silêmanî bê hilanîn.