Trump bi fermî qebûl dike ku bibe berendamê serokatiyê
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 13ê Tîrmehê de di mîtîngekê de rastî sûîqestekê hatibû û ji guhê xwe birîndar bûbû. Trump piştî wê êrişê bo cara yekê xîtabî xelkê kir û ji cîhanê re ragihand ku wî bi fermî qebûl kiriye ku di hilbijartinên meha Mijdarê de bibe berbijêrê serokomariyê.
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi fermî razî bû ku bibe berbijêrê Partiya Komarî ya serokomariyê. Piştî hewldana kuştinê ya ku di mîtînga wî ya hilbijartinê ya 13ê Tîrmehê de çêbûyî, Trump cara ewil di Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarî ya ku li Milwaukê hat lidarxistin de axavtinek kir.
Trump got, “Ez namzediya ku bibim serokê hemû Amerîkayê qebûl dikim, ne tenê nîvê Amerîkayê.”
Trump got: “Bi bawerî, dilsozî û serbilindî ez namzediya we ya ji bo serokatiya Amerîkayê qebûl dikim.”
Trûmp diyar kir ku ew ê di meha Mijdarê de serkeftineke mezin bi dest bixin û destnîşan kir ku wê ji bo her kesî serdemeke nû ya ewlehiyê dest pê bike û divê parçebûna di nava civakê ji holê bê rakirin.
Trûmp bi berfirehî diyar kir ku di teşebûsa sûîqestê de çi jiyaye û wiha got, “Tevî vê êrîşa hovane jî em îşev bi yekîtî û biryardarî li hev disekinin. Ez ji her demê bêtir bi biryar im.”