Cîhan

Trump û Erdogan civiyan

Serokomarê Tirkiyê R Tayyip Erdogan li Lûtkeya G20 a li Japonyayê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinek pêk anî.

Erdogan di destpêka hevdîtinê de diyar kir ku civîna li gel Donald Trump a li Lûtkeya G20 gelek bi wate ye û got: “Niha em berdewam in daku bigihin lûtkeya 75 milyar dolar a asta bazirganî ya navbera me, lê di ser hemû tiştekî re hevbeşiya me ya stratejîk heye. Ev hevbeşiya me ya stratejîk, me teşwîq dike ku di gelek waran de hevaheng bin. Ez di wê baweriyê de me ku di qonaxa bê de jî ev hevahengiya me bi heman awayî berdewam dibe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hevdîtinê diyar kir: “Serok rê nedabû ku mûşekên Patriot bikirin, hinek ji yên din kirîn, S-200 an 400, dema ew kirîn, dixwestin vêna bikin, lê îdareya Obama rê neda wan, loma xwestin mûşekên din bikirin, dizanî nabe bi wê rêyê bazirganiyê bikî, ev ne baş e, ne baş e. Em li çareseriyên din digerin, ew pirsgirêk e û guman têde nîne, çareseriyeke din jêre dibînin, lê kirîna tiştekî li wan hat qedexekirin û çûn tiştên din kirîn, dawî jî hemûyan got dikarî bikirî, bazirganî bi wî awayî nayê kirin.”

Donald Trump herwiha got: “Tirkiye dostê me ye, ew hevbeşekî girîng ê me ne, wa bizanim gotin 75 milyar dolar e, lê ji wê jî zêdetir e nêzîka 120 milyar dolar e aboriya navbera me, nikarî xelkê bi wî awayî biparêzê wek wêya îdareya Obama kir.”

Back to top button