Trump ji bo agirbestê şertê vekirina tengava Hûrmizê danî

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxûyakirin ku, “Serokkomarê nû yê rejîma Îranê” daxwaza agirbestê ji wî kiriye.
Trump got, heta ku Tengava Hurmizê bi temamî neyê vekirin dê êriş bidomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.
Trump di daxuyaniya xwe debehsa şerê Îranê kir û tiştên balkêş gotin.
Trump dibêje: “Serokkomarê nû yê Îranê” bi yên beriya wî re da ber hev û got:
“Serokkomarê nû yê rejîma Îranê,ne wek yê berê radikal e û gelektîr jêhatiye. Wî ji DYA yê daxwaziya agirtbestê kir!”
Trump ji bo nirxandina daxwaza agirbestê, rakirina dorpêça li ser Hurmizê wekî şert danî û got: “Dema ku Tengava Hurmizê bê vekirin, serbest û ewle be em dê vê daxwazê binirxînin.
Heta wê demê em dê Îranê ji ser nexşeyê bibin an jî wekî ku ew dibêjin em dê wan vegerînin ‘Serdema Kevirî’!”


