Polîtîk
Tramwaya Hewlêrê li gel xwe 5 projeyên nû anî
Birêveberê Giştî yê Veberhênana Hewlêrê, di derbarê plana Desteya Veberhênana Hewlêrê ya sala 2014 balêdikşîne li ser wê yekê ku Desteya Veberhênana Hewlêr masterplana pênç projeyên girîng ji bo bajarê Hewlêrê amadekiriye, ku niha ji bo bi cîhkirinê li gel veberhênerên navxweyî û biyanî guftûgokirinê dane.
Li vî derbarî de Newroz Mewlud Birêveberê Giştî yê Veberhênana Hewlêr ragihand: “Plana sala 2014 ya desteya wan, destpêkirina pênç projeyên girînge”.
Her wiha di derbarê projeyan ragihand ku ew proje li “Dirustkirina navçeyekî pîşesazî ya mezin pêkhatiye, Tramwaya Hewlêr, Pişdêna(kembera) Kesk, Navçeya Geştiyarî ya Çiyayê Sefîn û giringîdana bi projeyên xwendina bilind”.