
Piştî hevdîtina Biden û Erdogan bi rêya telefonê, trafîk a telefonî di navbera Amerika û Tirkiye de geş bû. Piştî hevdîtina Biden û Erdogan daxûyaniyên erênî ji bo pêwendiyên navbera herdu welatan de hatin dayîn .
Piştre wezîrê derve yê Amerikayê û wezirê derve yê Tirkiyeyê jî hevdîrinek bi rêya telefonê pêkanîn. Herweha di heman demê de berdevkê serokkomarê Tirkiye Îbrahim Kalin û Rawêşkarê Ewlehiya Nîştimanî yê Amerikayê Jake Sullivan re hevdîtinek kirin.
Tê zanîn ku Biden biryar da ku meha Hezîranê di civîna NATO yê de li gel Erdogan rûbirû hevdîtinekî pêkbîne.
Tê zanîn ku dema sarbûn navbera pêwendiyên Amerika û Tirkiye de peyda bû, Tirkiye xwe nêzikî Rusyayê kir û ji Amerikayê dûr diket. Encama vê sarbûnê Tirkiye ji Rusya sistema S-400 kirî ev yek bû sedema zêdebûna sarbûna pêwendiyên herdu welatan . Niha jî hewldanek heye ku sarbûna heyî xilasbibe.