Polîtîk
Tofîq: Nabe Bereya Tirkmanî baregayên xwe li Hewlêrê veke
Şûnkarê wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê Fayiq Tofîq diyar kir ku, ew rê nadin Bereya Tirkmanî li Kurdistanê baregehên xwe veke.
Fayiq Tofîq ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku, heta niha Bereya Tirkmanî, destûra karkirinê ji hikûmeta herêma Kurdistanê wernegirtiye û her partiyek bê destûr be, nikare li herêmê kar bike.
Tofîq di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:
– Her partiyek be, dive destûra fermî bo vekirina baregehê hebe. Ji ber wê jî ne Bereya Tirkmanî û ne jî Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) nikarin baregehên xwe vekin, heke vekin jî, emê bidin girtin.
Serokê Bereya Tirkmanî Erşed Salihî, 16ê hezîranê gotibû ku, wan bi fermî ji hikûmeta herêma Kurdistanê xwestine baregeha xwe ya sereke bibin Hewlêrê.