Polîtîk

Tiştên ku em jê ditirsiyan li Iraqê çêbû

Nêçîrvan Barzanî serokê hukumeta Kurdistanê di forma zaningeha Amerîkî li Silêmaniyê axavtinek kir û behsa rewşa Iraqê kir. Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser pêwendiyên Iraqê û herêma Kurdistanê. Serokwezîr Barzanî got : Em ji pêşeroja Iraqê bi tirsin.Helwesta Iraqê li himber herêma Kurdistanê ya ne yasayî me bê hêvî dike.

Serokwezîr di berdewamiya axvtina xwe de got: Çendî caran me gefên serast ji ji Bexdayê bihîstine. Çend caran me gefên rasterast ji Bexdayê bihîstine, lê emê dayînstanê xwe de berdewam bin.Ez cardin tekîd dikim ku dive Bexda bizanibe em şûnde gave navêjin û ji dev mafên xwe yên desturî bernadin. Hizra merkeziyetê di desthilatê de li cem me bi dawî hatiye.

Barzanî li ser pirsa Rojhilata navîn û Suriye jî sekinî.

Derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî got “Avakirina hikûmetê gelek wext girtr, lê ev yek pêwîst bû, ji ber ku em dixwazin hemû aliyên serkeftî di hikûmeta bê de beşdar bibin û Herêma Kurdistanê çar salên aram derbas bike”.

Back to top button