Polîtîk

Tirkmen pişgiriya referanduma Kurdistanê dikin

Li gora nûçeya Rudawê, 11 partiyên siyasî yên trikmenî piştî civîna bi şanda hevbeş a PDKê û YNKê re piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê û vegeriyana Kerkûkê bo ser xaka Herêma Kurdistanê aşkere kirin.Şanda hevbeş a Pasrtiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro duşemî 10ê Nîsana 2017ê saet 15:00 li Hewlêrê bi armanca gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi nûnerên 11 partiyên tirkmen re civiyan.Piştî bidawîhatina civînê, konfranseke rojnamevanî ya hevbeş hat lidarxistin.Di vê konfransa rojnamevanî de, Endamê Polîtboruya YNKê Ednan Muftî li ser navê şanda hevbeş a YNKê û PDKê axivî û civîna îro ya bi 11 partiyên tirkmenî re bi erênî bi nav kir.Ednan Muftî got, hewlên ji bo lidarxistina referanduma Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û tekez kir, ku komîteyek hevbeş ji bo referandumê tê avakirin.Muftî li ser helwesta alî û partiyên siyasî yên Tirkmen jî axivî û diyar kir, ku partiyên Tirkmen piştgiriya xwe ji bo referandumê anîn ziman.Ji aliyekê din ve di vê konfrana rojnamevanî de, 11 partiyên Tirkmenî piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê aşkere kirin.Li ser navê partiyên Tirkmenî, Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî Mona Qehwecî axivî û piştgiriya hemû aliyên beşdarbûyî yên tirkmenî ji bo pêkanîna refranduma li Herêma Kurdistanê ragihand.Mona Qehwecî li ser navê her 11 partiyên siyasî yên tirkmenan tekezî li ser beşdarbûna hemû aliyan û bi taybet jî tirkmenan di pirsên giring û niştimanî de kir.Qehwecî amaje bi pêkvejiyana navbera pêkheteyan li Kurdistanê kir û got: Em pêkvejiyana Kurd û tirkmenan di bin siya Ala Kurdistanê de bi giring dizanîn.Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî herwiha diyar kir, ku li Kurdistanê tirkmen xwedî maf in û mafên tirkmenan zêdetir hatine dabînkirin.Li ser mijara çarenivîsa Kerkûkê jî, aliyên tirkmenî piştgiriya xwe ji bo vegera Kerkûkê bo ser xaka Herêma Kurdistanê anîn ziman. Mona Qehwecî li ser navê her 11 partiyên tirkmenî yên ku îro bi şanda PDKê û YNKê re civiyan, destnîşan kir: “Em dixwazin Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê.”Li gorî agahiyan, herwiha biryar e îro şanda PDKê û YNKê ligel partiyên krîstiyanan jî bicivin.Di nava aliyên trikmenî de, tenê aliyê Cebheya Tirkmenî, ku weke aliyeke tundrew ê tirkmenî tê naskirin, red kir ku beşdarî di civînê de bike.Endamê Polîtbûroya Partiya Cebheya Tirkmenî ya Iraqê Aydin Meirûf derbarê vê helwestê de ji Rûdawê re ragihand: “Divêya şanda PDêK û YNKê weke civîna ligel partiyên din ên Kurdistanê, ligel partiyên tirkmen jî yek bi yek biciviyana, ne ku bi carekê li gel hemûyan bicivin. Lewma em vê civînê boykot dikin.”Beriya destpêkirina civînê, Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî Mona Qehwecî jî gotibû: “Civîn ji bo gotûbêjkirina referandumê ye. bi nêrîna me ev mijareke nîştîmanî ye û pêwîst e hemû partî beşdar bibin. Em rêzê bo hemû partiyên ku beşdar nabin jî digrin. Lê nabe bi hêncetên wiha civîneke giring were baykotkirin.”Beriya niha şanda hevbeş a PDKê û YNKê li ser heman mijarê ligel partiyên Kurdistanî yên weke Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komûnîst û Partiya Sosyalîst Demokratên Kurdistanê civiyabû.Di nava aliyên siyasî yên Kurdistanî de, tenê Tevgera Gorran civîna ligel şanda hevbeş a PDKê û YNKê  qebûl nekiribû û gotibû, divê ji bo vê mijarê parlamento were çalakkirin.

Back to top button