Polîtîk

Tirkiye hîjmara lêşkerên xwe li Suriye zêde dike

Di çerçova Operasyona Mertalê Firatê de Tirkiye li Suriye hêzên xwe xort dike.Herî dawî artêşa Tirkiye li gel artêşa Azad a Suriye nêzikî Babê bû. Çekdarên Artêşa Azad û leşkerên Tirkiye rêya Helabê û Babê girtin û Bab dorpêçkirin. DAÎŞ bi çalakiyên xwe kujî êrîşê leşkerên Tirk dike.Herî dawî erîşek xwekujiya otomobilên bombekirî de 16 leşkerên Tirkiya jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 40 kesî birîndar bûn.Li ser vê bûyerê Tirkiye hêzên din rêkirin herêmê. Herî dawî li gel 500 leşkerên Taybet gelek çekên giran jî rêkirin devera BABê.Piştî Tirk û Artêşa Azad Babê bigrin dê berê xwe bidin kû  cihê gotubêjêye. Ji ber ku li gora daxûyaniya serokkomarê Tirkiye dibêje ji piştî BABê berê xwe bidin Rakayê.Dixweyê ku piştî navbera Tirkiye û Rusya baş bûyî, Tirkiye guhertinek di siyaseta xwe ya Suriye de pêkanî.

Back to top button