Tirkiye û Iraqê li ser çi li hevkirin !
Piştî hevdîtinên Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û rayedarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên her du welatan li Enqereyê, daxuyaniya dawî ya hevpar hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyên her du welatan li ser mijarên dualî û herêmî bi taybetî têkoşîna li dijî terorê, ewlehî û qadên avê şêwrên berfireh kirine. Di daxûyaniyê de dibêje: “Di encama van hevdîtinan de aliyan li hev kirin ku , têkiliyên di navbera her du welatan de di her warî de pêşve bixin û bi awayekî berfireh û bi sazî bimeşînin, “Di vî warî de îradeyek hevpar ê bi hêz ragihandine.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo di zûtirîn dem de Projeya Rêya Pêşketinê were pêkanîn, gavên ku divê bên avêtin wiha ne:
1. Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Fuad Huseyîn Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê, roja 19.12.2023an li Enqerê ligel berpirsên pilebilind ên leşkerî û ewlehiyê ên herdu welatan civiyan.
2.Di hevdîtinê de şandên her du welatan li ser mijarên dualî û herêmî bi taybetî têkoşîna dijî terorê, ewlehî û qadên avê şêwrên berfireh kirin.
3. Di encama van danûstandinan de, aliyan li hev kirin ku têkiliyên her du welatan di hemû waran de zêdetir pêş bikevin û bi awayekî berfireh û sazî bên meşandin; Di vî warî de îradeya hevpar a bi hêz ragihandine.
4. Di hevdîtinê de giringiya hevbeş a yekitiya siyasî, serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê hate tekez kirin. Her wiha di hevdîtinê de tehdîdên PKK’ê yên di çarçoveya hevkariyên ewlekarî yên di navbera her du welatan de hatin nîqaşkirin.
5. Aliyan bal kişandin ser wê yekê ku ewlekarî, aramî û bextewariya navçeyî dê bi pêşkeftina di warên hevkariyê yên wekî bazirganî, veberhênan, veguhestin û binesaziyê de di çarçoveya nêrînek hevbeş a stratejîk de pêk were..
Aliyan kêşeyên hevpar ên li ser mijarên avê gotûbêj kirin û li hev kirin ku xebatên Komîteya Daîmî ya Hevbeş ku ji bo têkoşîna li dijî van kêşeyan hatiye avakirin bidomînin.
6. Di dawiyê de, Komara Tirkiyê û Komara Iraqê li hev kirin ku li ser van mijaran guftûgo û têkilî bi awayekî rêkûpêk û bênavber berdewam bikin.”