
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, dema ji serdana xwe ya Macaristanê vegeriya di balefirê de bersiva pirsên rojnemevana da. Di derbarê hilbijartina û Tifaqan de rojnemevanekî ji Erdogan pirsî:
- İYİ Partiyê bi CHPê re tifaq û hevkariya xwe bi temamî qut kir û ragihand ku ew ê bi tena serê xwe bikeve hilbijartinê. Di vê mijarê de di navbera İYİ Partî û CHPê de nexweşiyek destpêkir. CHP jî hewl dide ku weke hilbijartinên berê li gel DEMê hevkariyekî bike. Hûn vê rewşa muxalefetê piştî hilbijartinan çawa dinirxînin? Ev rewş wê bandoreke çawa li hilbijartinên Adara 2024’an bike?
- Erdogan: Em di vî warî de li xwe dinêrin, em li ser tiştên ku yên din kirine û dikin nasekinin. Weke ku hûn jî dizanin, em niha wek Tifaqa Cumhur karê xwe dikin. Li vir em wek MHP û AK Partiyê bi hev re rêwîtiya xwe didomînin. Me hevdîtinên xwe kirin, em hevdîtina berdewam dikin. Hefteya borî me bi Partiya Refahê, HUDA PAR û her du hevkarên xwe yên din re hevdîtin kiribû. Heta niha tîmên me bi hev re di nava têkiliyê de ne.
- Alîkarê Serokê me Efkan Ala û Alîkarê Serokê me Alî Îhsan Yavuz û Yusuf Ziya Yilmaz hevalên me yên di van hevdîtinan de hatine erkdarkirin. Hevalên me bi muxatabên ku ji van hevalan re hatine nîşandan re hevdîtinan pêk tînin.
- Di vê navberê de em ji bajarên metropolan dest pê dikin berpirsên parêzgehên xwe vedixwînin û raya wan dipirsin. Me hemû hevalên xwe yên li Enqere, Edene, Îzmîr û roja yekşemê li Stenbolê vexwend. Me li Stenbolê bi van hevalan re hevdîtina xwe pêk anî.
- Di dawiya mehê de, em ê dest pê bikin ku encamên van meylên ku me gav bi gav avêtine ragihînin. Li gel van hemûyan em ê li navçeyan di nava tifaqa cumhur de kê tevlî meclîsê bikin, kê weke endamên Meclîsê diyar bikin, hevalên me van yek bi yek nîqaş dikin. Xebatên me heta niha bê pirsgirêk berdewam dikin. Şerê me tune, dengê me tune, em rehet in. Lê hûn ji xwe li rewşa tifaqa din temaşe dikin, ne hewce ye ku ez ji we re bêjim.