
Hêzên leşkeriyên dewleta tirkiye tank û debabeyên xwe ji tixûbên Suriyê vediguheze ser tixûbên xwe yên li gel Yunanîstanê û wan li wir bicîh dike.
Li gor zanyariyan hêzên leşkeriyên dewleta tirkiye nêzîkî 40 debabeyan ji bajarên Rêhaniyê barkirin û ber bi bajarê Edîrneyê re birêketin. Ev karwana debabeyan wê ji bendera Îskenderunê bi rêya hesinî veguhezin bajarê Edîrneyê û li ser tixûbên Yunanîstanê bi cîh bikin.
