Tirkiye: sistema siyasî tê guhertin
Guhertina destura bingehîn li Tirkiye komisyona desturî de hate qebûl kirin.Di komisyonê de endamên hemû partiyên di parlementoyê de amade dibin. Eve çend rojin di komisyonê de destûra nû tê gotubêj kirin. CHP gelek bi tundî li dijê guhertinê derdiket û rojanê gotubêjin tund di komisyunê de dihatin kirin. Heta carê parlementera şerê hev dikiran. Lê di encam de bi dengên endamên AKP û MHP guhertinên destûrê hate qebûl kirin.Niha jî ev destûr diçe parlementoyê û ji aliyê parlementoyê ve ji divê bête erêkirin. Eger destûr dengê 376 parlementera bistîne yekser tê qebûl kirin. Û sistema siyasî li Tirkiye tê guhertin. Lê eger destûr di parlementoyê de 330 denga bigre dê ji bo pejirandinê referandum çêbibe. Di referandumê de gel biryarê dide .Li gora nirxandinên tê kirin zehmete ku 376 deng bêjin erê. Lê ihtimala ku 330 denga bigre geleke. Ji ber ku dengên AKP û MHPê têra vê hijmarê dike.Niha herkesî berê xwe da parlemntoyê ka dê encama dengdanê çewebe.