Cîhan
Tirkiye sala 2023-ê dibe endamê Yekitiya Ewropa
Yekîtiya Ewrûpayê sala endametiya Tirkiyê kifş kir ku 2023 ye. Yanî eger Tirkiye mercên Yekîtiyê bi cih bîne, wê di sala 2023an de bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê. Ev tarîx jî cara yekemîn e ku hatiye kifşkirin.
Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê Muzakerevanê Sereke Egemen Bagiş, bi coşeke kesnedîti çentê xwe hilda û bi lez û bez çû Strazburgê û hevdîtin bi serokê grûba Sosyalist û Demokratan Hannes Swobodayî re kir.
Egemen Bagiş got: ”Ez dixwazim pirseke tenê bikim: Tirkiye wê kendgê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê?”
Hannes Swoboda jî ev bersiv da: ”Di sala 2023an de.”
Lê Egemen Bagiş got: ”Pir dereng dibe.”
Piştre wezîr Egemen Bagiş li ser gera bê vîze ji bo hemwelatiyên Tirkiyê jî hevdîtin bi Cecilia Malmstromê re jî kir.
Rojeva Kurd