Nivîsar
Tirkiye rê neda Wladimir Van Wilgenburg bê Kurdistanê
Nivîskarê Al Monitor ya Amerikî Wladimir van Wilgenburg ku pîsporê siyaseta Kurd tê naskirin, li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve ji Balafirxaneya Stenbolê wî derxistin derveyê sînor.
Wladimir Van Wilgenburg di destpêka meha adarê de xwest li ser Tirkiye biçe Hewlêrê û ji wir biçe Silêmanî ku beşdarî konferansa Zanîngeha Amerika li Silêmanî bike. Lê belê nivîskar li Stenbolê tê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û rê nedane ku beşdarî li Konferansê bibe.
Nivîskar nivîseke xwe ya Al Monitor de dinivîse Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye jî beşdarî wê konferansê bû û axaftinek kir û behsa azadî, maf û rêzgirtinan kir. Mixabin dewleta Tirkiye bê sebep min wekî tehdîdek dibîne û nahêle ez bikevim nav sînorên Tirkiye û jê derbas bibim.