Polîtîk

Tirkiye rê nade alîkariya D.X.B bigihe Kobanê

Bi sedema rênedana Hikumeta Tirkiye, alîkariya ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo koçberên Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê komkiribû li ser sînora Îbrahîm Xelîl hatiye ragirtin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî doh 12 tir û seyareyên barhilgirê xorek û pêdiviyan ji Hewlêrê birêkir ji bo Bakûrê Kurdistanê, bo ku wan hevkariyan bigihîne koçberên Kobanê yên li Bakûrê Kurdistanê û nava bajarê Kobanê, lê belê ji ber sedema rênedana Hikumeta Tirkiye, ji doh ve alîkarî li xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl ya di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê de hatiye ragirtin.

Back to top button