Polîtîk

Tirkiye pêwendiyên herêma Kurdistanê re bi hêz dike

Şandeke ji Serok û rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesazîyên Diyarbekir û Şirnexê pêk dihat, li Hewlêrê beşdari Foruma Bazirganiya Iraq – Tirkiyê bûn.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê ra axivîye û gotiye: “Hikûmeta Tirkiyê jî êdî hewl dide pêvajoyê nerm bike û bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên xwe xurt bike. Geştên asîmanê yên yekser ji Dîlok û Diyarbekirê bo Hewlêrê destpê kir. Herweha ji Stenbolê bo Silêmaniyî jî. Deriyê Sînorê Îbrahîm Xelîl tê nûjenkirin.”

Herwiha Kaya amaje bi wê yekê kir ku wê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu jî serdana Hewlêrê bike û wiha axivî: “Di heftiya bê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê serdana Hewlêrê bike. Herweha Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyê tevî jûrên bajarên Bakurê Kurdistanê dê serdana Hewlêrê bikin. Ev hemû nîşaneyên demeke nû ne. Tirkiye eger nikaribe bi cîranê xwe re pêwendiyan pêş bixe, hîç nikare bi welatên Efrîqayê re pêş bixe.Riya vê jî, avêtina gavên siyasî ye. Gavên karsazan bo vê têr nakin. Ji bo vê serdana Wezîrê Derve û Yekîtiya Jûr û Borsayên Tirkiyê ku mîlyonek û nîv endamên wê û 365 Jûrên wê hene girîng e, ez van hemûyan ji bo xurtkirina pêwendiyên aborî û siyasî dibînim.”

Back to top button