CîhanRojev

Tirkiye li Idlibê hêzên xwe ji 7 xalên çavderiyê vekişandin!

Li gora nûçeya ajansa Reuters,Tirkiye dev ji 7 xalên çavderiyê yên li devera Îdlibê berda û hêzên xwe ji van xalên çavderiyê birin nava Îdlibê deverên ku di bin kontrola hêzên opozisyona girêdayê Tirkiye.

Li gora Reuters ev yek di çerçova li hevhatina navbera Rusya û Tirkiye de pêkhatiye.

Tirkiye sala 2018ê li ger Rusya peymanek li Suriye pêkanî û li gora vê peymanê ji bo rê li şerê navbera hêzên rejimê û opozisyonê bigrin li hinek deverên Îdlibê hatibûn cih kirin.

Lê dixweyê niha Tirkiye behtir hewl dide li devera Reqayê kontrola xwe pêkbîne û bi vê sedemê jî eve du rojin êrîşê devera Eyn Îsa dike û hinek gund vegirtine. Rusya û Tirkiye jî dixwazin deverên di bi kontrola HSDê de ku hinek cihên erebine, derkevin pêşerojê de radestî hukumeta Suriye bêne kirin.

Back to top button