
Serokê Tirkyie Tayib Erdogan di axavtinek ya xwe de behsa Suriye kir û da xûyakirin ku dê Tirkiye li himber Rojhilatê Firatê operasyonekî bike.
Erdogan di axavtina xwe de got: Bakurê Suriye dibe başûrê Tirkiye, li wê deverê hewldanek heye ku kridorek ya terorê vekin.
Erdogan behsa PYD/YPG kir û got: Em dibêjin ew teroristin , lê hevpeymaniyê me yê stratejîk Amerika dibêje ku ew ne terorîstin. Em ji Amarikayê re dibêjin Ew beşek ji PKKê ne, rastiya wan li holêye hun ji bo çi bi wanre tevdigerin. Ji bo Minbicê jî heta vê gave me tu encamek destnexistiye. Niha birêz serokê Amerika dibêje ku emê heta 30 rojî her tiştekî çareser bikin, ka emê bibînin.
Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan dibêje: Em hêvîdar in, wan paqij bikin. Li Idlibê me pêşî li trajediyek mezin girt. Niha dor hat – em heyîna terorist li rojhilatê Firatê paqij bikin. Li Minbicê hîle û lîstok hemberî me bikaranîn, heta niha jî, weha dom dike. Amerika ji me re tiştekî diyar dike, lê dîsa rêxistina terorê di şerê dijî DAIŞ de bikar tîn e. Herî dawî dixwaze 30 hezar terorîstan rahênan bike. Ji me re jî dibêje: Tiştek weha nîn e. Medya cîhanê hemû vê yekê dizane, di destê wan de zanyarê hene. Ev rast e? Hûn dizanin çi dikin?
Di dawiya axavtina xwe de Erdogan got: “Amerika pêwendiyên xwe ligel rêxistina terorê her roja diçe pêş dixe. Di destê xwe de Al ên wan hildidin, wan paçikan! Bi hevûdu re! Al ên wan û paçikên din bi hevûdu re! Heta gerên hevbeş encam didin”.
“Girêdayî rojhilatê Firatê me bala we kişand, me amadekarî jî kirin. Amedakiriyên me gihiştine ast a dawî. Di nav çend rojan de, em dest bi Operasyona rojhilatê Firatê dikin. Em vê yekê radighînin! Armanca me ne serbazên Amerika ne. Rêxistina terorê ye!
Ev axvtina Erdogan piştî serdana nûnerê taybet yê Amerikayê li Suriye hate kirin, dixweyê heman tişt Tirkiye ji Amerikayê re gotiye, Niha jî Tirk wek çewe li himber Efrinê û hinek deverên din operasyon kirîn xwe amade dikin ku li himber rojhilatê Firatê jî operasyonekî bikin.